PeyamaKurd- Fon a alîkariya bo zarokan ya Neteweyên Hevgirtî (UNİCEF) ragihand ku ji sala 2015an û heya niha, di dema şer de, 6 hezar û 700 zarokan zêdetir mirine an birîndar bûne. Ev rêje li gor ragihandina baregeha Yemenê ya UNİCEF ê ye ku di ser hesabê xwe yê twitterê de daye. Di rêjeyê de behsa 358 hezar zarok têkirin ku mexdûrê xwarinê ne û di wan de nexweşînên kêmasiya xwarinê heye.
Li gor Neteweyên Hevgirtî 14 mîlyon kes li Yemenê bi birsê re rû bi rû ye. Di welat de 22 mîlyon kes pêdiviya wan bi alîkariya mirovî û parastinê heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin