PeyamaKurd – Endamê Rêveberiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kawe Ezîzî ragihand, ew û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) ku PYD pêşengiya wan dike, nêzîkî rêkeftina giştî bûne.
Endamê Rêveberiya ENKSê Kawe Ezîzî, li ser danûstandinên hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ku bi çavdêriya Amerîka ev demek e dirêj e berdewam dikin ragihand ku “Danûstandin berdewam in. Her du alî nêzîkî hev bûne lê PKK vê yekê qebûl nake.”
Kawe Ezîzî ji BasNewrê re li ser gotinên rêveberê PKKê Duran Kalkan yên ‘bila PYD û partiyên alîgirên wê xwe nêzîkî rêjîma Sûriyê bikin ne ENKSê’ jî got, “Her gava Kurd di nav xwe de bûn yek wê çaxê dikarin bi ereban û mesîhiyan û pêkhateyên din re jî tifaqê bikin. Eger beriya tifaqa kurdan ev tişt bê gotin, serkeftî nabe.”
Ezîzî da zanîn, şertê yekem yê ENKSê ew e ku PYD ji PKKê dûr bikeve û dema rêkeftin jî hat kirin, PKK xwe tevlî wê neke.
Kawe Ezîzî herwiha diyar kir, heta PKK li Rojavayê Kurdistanê hebe Kurdên Rojava nabin yek, loma divê PKK ji Rojava were derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin