Rûhanî û Kazimî li Tehranê derketin ber çapemeniyê

Rûhanî û Kazimî li Tehranê derketin ber çapemeniyê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî piştî seredana wezîrê karên derve yê Îranê bo Bexdayê seredana Tehranê kir. Kazimî ji roja ku bûye serokwezîr cara yekeme ku seredana dewletekî derve dike. Kazimî wê seredana yekem bo Erebistanê bikira lê bi sedema qralê Abdulezîz birine nexweşxanê, seredana xwe betal kir û berê xwe da Tehranê.

Li balafirgeha Tehranê ya bi navê Mehrabadê bi heyeta xwe ve ji aliyê wezîrê enerjiyê Riza Erdekaniyan de hat pêşwazîkirin. Kazimî wê bi serokê ayînî Hamaney, cîgirê serokkomar Îshaq Cîhangirî, serokê meclisê Muhammed Baqir Kalîbaf, sekreterê giştî yê konseya ewlekariyê Elî Şemhanî re hevdîtinan bike.

Di heyeta bi Kazimî re wezîrê karên derve Dr. Fûad Huseyîn, wezîrê petrolê Îhsan Abdulcabbar, wezîrê elektrîkê Macid Mehdî Alî, wezîrê darayî Alî Allawî, wezîrê bergiriyê Cum’a Înad, wezîrê tenduristiyê Hasan Temîmî û musteşarê ewlehiyê Qasim Aracî hene.

Mustafa Kazimî bi serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî re li di salona konferansa serokan de bi merasim hat pêşwazîkirin. Kazimî di civîna çapemeniyê de ragihand ku ew bi xelkê Îranê re li ser bingeha ku destên xwe nexin nav karên hev yên hundir, dixwaze têkiliyên xwe bi Îranê re baştir bike. Piştî di navbera heyetên her dû aliyan de civîn çêbû, her dû lîder derketin ber çapemeniyê. Kazimî weha got:

“ Em nahêlin ti talûke ji nav axa Iraqê bigihê Îranê. Têkiliyên me divê baştir bin û li ser bingeha ku kes destê xwe nexe nav karên hundir yên her dû welatan. Bi sedema Kovid-19 ê bihayê petrolê daket û pêdivî bi hevkariya me her dû dewletan heye. Bi sedema aboriyê pirsgirêkên aborî yên Iraq û Îranê hene. Xelk ji hukumetan xizmetê dixwaze. Pêdiviya me bi hevkariyê heye. Pêdiviyên me divê bo berjewendiyên Iraq û Îranê be. Me bi terorê re şer kir. Îran alîkariya me kir û em vêya jibîr nakin. Iraq jî di mijara aboriyê de piştgiriya Îranê kir. Iraq bo Îranê bû bazarekî mezin.”

Rûhanî di axaftina xwe behsa hecma bazirganiya her dû dewletan kir û îşaretê bi bal 20 mîlyar dolarî da. Rûhanî weha got:

“Divê em projeya xeta hesin bikin faaliyetê. Me behsa arîşeyên herêmê kir û Iraq dikare di herêmê de weka dewletekî mezin rola xwe bileyîze.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin