PeyamaKurd – Berdevkê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD-QSD) Mustafa Balî derbarê hebûna hêzên amerîkî yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de ragihand ku ti guherînek çênebûye.
Balî li ser hesabê xwe yê twitterê da xuyakirin ku nûçeyên derbarê vekişîna hêzên amerîkî de ne rast in û got, li ser mijarê ti agahdarkirinek bo wan nehatiye kirin.
Mustafa Balî got ku nûçeyên medyaya cîhanê yên cî didin îdiayên vekişîna hêzên amerîkî yên bi HSDê re tevdigerin ne rast in û li ser mijarê ti kordînasyon û agahdariyek bo wan nehatiye kirin.
Balî destnîşan kir ku ti guherînek di veguhestina hêzan de nîne û wekî berê tevgera xwe didomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin