PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî li ser pêşdeçûnên dawiyê yên li Iraqê şiroveyan kir û got ku hinek kes dixwazin Iraqê ber bi derekî nediyar de bibin.
Kazimî di civîna encumena wezîran de ragihand ku hefteya borî gelek bûyerên nexweş çêbûne, ew bûyer talûkene, bi awayeka rast xwe nêzî çareseriya bûyeran kirine û mijar çareser bûne. Kazimî li ser girtina fermandarê Anbarê yê Haşdî Şabiyê li ser Qasim Muxlis weha got:
“Wan grûban dixwestin Iraqê ber bi tuneleka nediyar de bibin. Me berjewendiyên Iraqê danî berya her tiştî. Me bi qanûn welat parast. Wezîfa me gelkî zore. Me salekî zahmet derbas kir. Wexta têkoşîn giran bibe em bo pêvajoyên amade ne.
Divê herkes piştevanê biryaran be û wan bişopîne. Divê em rê li wan kesan bigrin yên ku nahêlin projeyên hukumetê û dezgeyên me cîhbicîh bibin.
Bo em qanûnan tetbîq bikin û pêşî li gendeliyê bigrin, îrada me xurt e. Ji aliyê siyasî de kes destekê nade me lê em ê di rêya xwe de dewam bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin