Li Kurdistanê 17 kesên bi koronayê ketibûn bas bûn û çûn malên xwe

Li Kurdistanê 17 kesên bi koronayê ketibûn bas bûn û çûn malên xwe

PeyamaKurd - Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê ragihand, 17 pêketiyên din ên vîrusa koronaya nû (Covid-19) baş bûne.

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed, ragihand, 17 kesên din ên bi koronayê ketibûn piştî wergirtina çareseriya pizîşkî bi temamî baş bûne û rewşa tendirustiya wan cêgir bûye.

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê, diyar kir ku biryar hatiye dayîn ew kes bên vegerandin bo nav kesûkarên xwe.

Li gel 17 kesên dawîn, hejmara pêketiyên koronayê ku baş bûne, gihişt 106 kesan.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 335 kes bi koronayê ketine, ji wê hejmarê 227 kes baş bûne û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin