PeyamaKurd – Piştî hatina 3 mîlyon doz aşiya Çînê ku testên wê hatin kirin û li Tirkiyê îzna bikaranîna wê hat dayîn, doza ewilî li wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca dan. Fahrettin Koca li ber çapemeniyê derziya Kovid-19 ê li xwe da.
Di pey aşiya Koca de temamê endamên heyeta zanistê yên Kovid-19 ê li ber çapemeniyê bi dorê derziya aşiya Kovid-19 ê li xwe dan. Ev kiryar bo spekulasyonên di bazara çapemeniyê de çêdibin hat kirin û wezîr bi endamên heyeta zanistî ya Kovid-19 ê re li ber çavê xelkê li xwe xistin. Aşiya wan li Şehir Hastanesi ya Ankara hat kirin.
Wê sibê dest bi aşiya li seranserê Tirkiyê Kurdistana Bakûr dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin