Li Kerkûkê otomobîleke bombekirî teqiya: Kustî û birîndar hene

Li Kerkûkê otomobîleke bombekirî teqiya: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Otomobîleke bombekirî li ser rêya Kerkûk-Tikrîtê, li sînorê parêzgeha Kerkûkê îro teqiya.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê, otomobîleke bombekirî îro li ser rêya Kerkûk-Tikrîtê teqiya, di encamê de kuştî û birîndar hene.

Teqîn li nêzîkî Pira Miryem Beg çêbû û li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî, di encama teqînê de jinek hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin