PeyamaKurd – Hat ragihandin ku fermandarê kurd yê ku li Kerkûkê tabûreke kurdan ya Heşda Şeibî ava kiriye, berê pêşmerge bûye lê piştî ku li ser gendeliyê fermana girtina wî hatiye dayîn, ji Herêma Kurdistanê reviyaye.
Efserekî berê yê Pêşmerge bi navê Cebar Xazî Necm doh 12ê Kanûnê li Kerkûkê ragihandibû ku wan tabûreke kurdan ya Heşda Şeibî ava kiriye.
Li gorî zanyariyan dadgeha leşkerî ya Herêma Kurdistanê fermana girtina wî efserî daye û sizayê wî jî du sal e.
Hat zanîn ku wî efserî xwestibû sabotajê li boriya nefta Kurdistanê bike û ji ber wê jî fermana girtina wî hatiye dayîn ku piştre ji Herêma Kurdistanê reviyaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin