PeyamaKurd- Li Sûriyê; Tirkiyê û Rûsyayê li hev kiribûn ku li Idlibê, herêmeke bêçek ava bikin. Ji bo bê yekê komên çekdar divîbû ku ji vê derê derkevin. Lê belê hinek rêxistin ji herêmê dernakevin.
Hinek komên çekdar yên ku nêzîkî Tirkiyê ne, ji çapemeniya biyanî re axivîn û gotin ku heta niha em ji herêmê derneketine û çekên xwe yên giran jî dernexistine. Em nûçeyên wiha hemiyan red dikin.
Çavdêrxaneya li Sûriyê ragihandibû ku Rêxistina Faylak el Rahman ku nêzîkî 10 hezar çekdarên wê hene, ji herêmê derdikeve û çekên xwe yên giran jî radike.
Mezinê Faylak el Rahmanê Sayf el Raad ragihand ku ew, peymana li Soçiyê qebûl dikin û li gorî wê dimeşin. Lê heta niha di tevgerên me de tu guhertin nîn in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin