'Li Cizre Parkê axaftina bi Kurdî li xebatkaran hatiye qedexekirin'

'Li Cizre Parkê axaftina bi Kurdî li xebatkaran hatiye qedexekirin'

PeyamaKurd - Li navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, bi navê Cizre Park di cejna qûrbanê de Mallek hatiye vekirin ku tê gotin, xwediyên dikanên li wê navenda danûstandinê axaftina bi kurdî li xebatkarên xwe qedexe kirine. 

Li gorî zanyariyan xwediyên dikanên li nav Cizre Parkê, ji xebatkarên xwe re gotine nabe hûn bi Kurdî danûstandinê bi kiryaran re bikin û axaftina Kurdî li wan qedexe kirine.

Hin xebatkaran belav kiriye ku bi wan re tomarên deng hene ku xwediyê dikanan axaftina bi Kurdî li wan qedexe kirine.

Hat zanîn ku mijara qedexeyê piştî ku mişteriyan ji xebatkaran pirsa; “çima hûn bi Kurdî bi me re napeyivin?” eşkere bûye û xebatkaran bersiva qedexeyê dane wan.

Şaredariya Cizîrê niha ji aliyê qeyûm ve tê birêvekirin ku beriya niha jî tabelayên Kurdî yên ser şaredariyê hatibûn rakirin û piştî bertekan dîsa hatibûn danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin