PeyamaKurd- Li welatê Rûsyayê li herêma Sîbîryayê li bajarê Ulan Udeyê helîkopterek ket û 4 kesên tê de mirin. Helîkopter ya keşfê ye û dema datîne dikeve derveyê pîstê, nava daristanê.
Piştî ketina helîkopterê agir bi helîkopterê dikeve û 4 kesên ku di helîkopterê de ne tevlî pîlot dimrin. Tîmên vemirandina agir xwe dihînin ciyê bûyerê lê nikarin kesên tê de ji mirinê rizgar bikin.
Sedema ketina helîkopterê nayê zanîn û lêpirsîna bûyerê destpêkiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin