Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid-19: 505 pêketîyên nû û 6 wefat

Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid-19: 505 pêketîyên nû û 6 wefat

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 505 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir, di 24 demjimêrên borî de 505 kes bi vîrûsa koronayê ketine  ku 168 kes li Hewlêrê, 126 kes li Silêmaniyê, 193 kes li Duhokê, 18 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 192 nexweş jî baş bûne.

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 115 hezar û 515 kesan, ya mirinan bû 3585 kes û heta niha 106 hezar û 515 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin