PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 12 kesên din bi Koronayê ketin.
Li gor Desteya Tenduristiya Rojavayê Kurdistanê ragihand, di nav 12 saetên borî de 12 kesên din li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine.
Herwiha Desteya Tenduristiyê desnîşan kir, ew kesên ku bi Koronayê ketine, 4 li Hesekê ne, 4 li Kobanê ne, 3 li Qamişlo ne û yek jî li Reqayê ye.
Bi gotina berpirsên tenduristiyê, ji do de, 3 nexweş jî baş bûne.
Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 556 kesan. Heta niha 101 ji wan baş bûn û 35 kes jî can dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin