PeyamaKurd - Polîtburoya PDKê ragihand: “Bi boneya cejna Çarşema Sor û serê sala nû ya xuşk û birayên Kurdên Êzidî, em gerimtirîn pîrozbahî li kesayetî, şêxên Êzidî, Encumena Rûhanî ya Êzidî û tevahiya Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikin.
Polîtburoya PDKê di peyamekê de cejna Çarşema Sor li Êzidiyan pîroz kir.
Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Bi boneya cejna Çarşema Sor û serê sala nû ya xuşk û birayên Kurdên Êzidî, em gerimtirîn pîrozbahî li kesayetî, şêxên Êzidî, Encumena Rûhanî ya Êzidî û tevahiya Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikin. Em hêvîdar in Êzidî vê cejnê û hemû cejn û boneyên xwe di bin siya azadî û aramiya Herêma Kurdistanê bi xêr û xweşî bikin û nexweşî û derdeserî bidawî bibin.”
PDKê wiha domand: “Bi vê boneyê em piştevaniya xwe û ya Serok Mesûd Barzanî ya madî û manewî ji bo Êzidiyan tekez dikin ji bo parastina kultûrê wan ê resen û vegerandina aramiyê ji bo tevahiya navçeyên wan û karkirin ji bo zêdetir avedankirina wan navçeyan û herwiha bihêzkirina canê birayetî û pêkvejiyan û tevahiyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Kurdistanê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin