Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid19 hat eskere kirin: Hejmar dîsa zêde bûn

Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid19 hat eskere kirin: Hejmar dîsa zêde bûn

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 729 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kes jî pê mirine.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 729 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 197 kes li Hewlêrê, 200 kes li Silêmaniyê, 260 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê û 69 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Silêmaniyê û 5 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 464 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 80 kes li Hewlêrê, 205 kes li Silêmaniyê, 147 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 27 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 186445 kesan, ya mirinan bû 4485 kes û heta niha 174154 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin