Ji Biden gotara spasiyê: Soz didim ezê bibim serokê yekgirtinê ne yê dabeskirinê!

Ji Biden gotara spasiyê: Soz didim ezê bibim serokê yekgirtinê ne yê dabeskirinê!

PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden, di yekem afaxtina xwe ya piştî serkeftina xwe ya di hilbijartinên seroktiyê de soz da ku ew dê bibe serokê yekgirtina Amerîkayê, lê nebe yê dabeşkirinê.

Biden got: "Amerîkiyan serkeftina bi bawerî gihand" û tekezî li ser wê yekê kir ku ji îro û pê ve "Wîlayetên şîn û sor nayên dîtin tenê dê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka be."

Biden diyar kir, gel serkeftinek bawerpêkirî bidest xistîye û ragihand, "Me piraniya dengên hilbijartinan bidest xistine di hilbijartinên serokatiya Aemrîka da, em dibînîn li hemû bajar û li hemû cîhanî dilşadî heye, hest bi nefis biçûkîyê dikim jibo wê baweriya we daye min."

Biden di axaftina xwe de destnîşan kir, "Dem hatiye ku gotara tund nemîne û em pêşketinê bidest bixin, ji bo bidest xistina wê jî divê em rikeberê xwe weke dijmin nebînîn, ew jî Amerîkî ne.. Dem hatiye birînên Amerîka bên derman kirin."

Biden spasiya malbata xwe jî kir, bi taybet hevjîna xwe Jill Biden, ya ku weke profesora zanîngehê dersan dide, xwediya bawernameya doktorayê ye di perwerdê de û got: "Ev rojek mezin ya mamosteyane li Amerîka, Jill dê bibe Xanima yekê ya jêhatî û ez bi wê serbilind im."

Di beşekî din yê axiftina xwe da Biden bal kişand ser pandemiya vîrusa korona û çawaniya pêşîgirtina pandemiyê û wiha pê de çû:

"Em bi hêza çakxwazan, dadwerî û hêvîxwaziyê şerekî herî mezin di jiyana xwe da dikîn…Şerê li dij vîrusa korona û berdest kirina çavdêrîya tenduristî bo zarokên we, şerê serkeftin bi ser nijadperistiyê û berevanî kirin ji klîma û erdê û berevanî kirin ji çakxwaziyê."

Biden da zanîn, "Divê em xewna welat bigehînîn hemûyan, Amerîka di hin xalên nakok da derbaz dibe, me biryar girtîye ku em dixwazin em çi bin.. Em niha li hember xala veguhastinê ne, derfet ji bo avakirina welat heye, ez li ser vegerandina giyan û rihê Amerîka dixaivim."

Biden bal kişand ser beşdarên kampanyaya hilbiajrtinan û spasiyên xwe pêşkeşî wan hemû kesên beşdarî kampanya û yên ku bi dilxwazî kar kirine kirin, bi taybet wan dayikên ji gundan yên ku di kampanyayê de beşdar bûne û Amerîkiyên ji esil Afrîkî yên ku li kêleka wî rawestabûn alîkarî dane wî ûwiha got: "Me dixwest ev kampanya nûnertiya Amerîka bike û em tam weke wê bin, me ew bi rastî kir û bidest xist."

Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama jî li ser twitterê serkeftina Joe Biden pîroz kir û got: "We pîroz dikim hevalên min Joe Biden serokê çaverêkirî û Kamala Harris Cîgira serok."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin