PeyamaKurd – Li Kongresa Amerîkayê, hejmarek endam ên Demokrat, dixwazin yasaya “desthilata bikaranîna hêzê” serrast bikin û desthilata serokê Amerîkayê jî, bo ragihandina şer kêm bikin.
Serokê Lijneya Peywendiyên Karûbarên Derve ya Kongresa Amerîkayê Gregory Meeks diyar kir: “Lijneya me di çend hefteyên pêş de dest bi gotûbêja serrastkirina yasaya desthilata bikaranîna hêzê dike ku ew yasa bi dehan salan e serokên Amerîkayê bo fermandayîna êrîşên li derveyî Amerîkayê bikar tînin.”
Li gor Meeks da zanîn, dixwazin wê desthilatê ji serokê Amerîkayê werbigrin ku fermana ragihandina şer bide, ji dêleva wî ew desthilat di destê Kongresê de be.
Sala derbasbûyî heman mijar hat rojevê û Encûmena Nûneran pesend kir, lê li Encûmena Pîran nehat pejirandin, wê demê Komarî li encûmenê piranî bûn.
Endama Kongresa Amerîkayê Barbara Lee destnîşan dike, bi rêya yasaya desthilata bikaranîna hêza serbazî, serokên Amerîkayê 40 caran biryara êrîşan li 19 welatên cuda dane û êdî dema wê hatiye dawiyê li wan şerên bêdawî bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin