PeyamaKurd- Ji serê sala 2020an heya niha xwendevan sererast nikarin herin dibistanên xwe û ev mijar di dinyayê de bi mîlyaran mirovan eleqedar dike. Li ser mijara vebûna dibistanan berdevkê Rêxistina Tendurisatiyê ya Dinyayê (WHO) yê Michael Ryan ragihand ku divê vekirina dibistanan ne mijarekî polîtîk be û tekane şertê vekirina dibistanan divê serdesthatina bo pandemiyê be. Ryan weha got:
“Divê vekirina dibistanan ne biryareka polîtîk be. Ev bo zarokan ne adilane ye. Eger em karibin pandemiyê têkbibin, dibe ku dibistan bi ewlehî bên vekirin.”
Dîrektorê WHO yê Ryan got ku ew gelek nêz bûne ku bûyera yekem ya Kovid-19 ê ya ku li bajarê Wuhan a Çînê peyda bûbû bibînin. Yek ji rêvebirê WHO yê ku Tedros Adhanom Ghebreyesus e, li ser mijarê weha got:
“Eger em ya rast bibêjin dinya gelek di rêya şaş de çû. Vîrus hê jî dijminê me yê yekeme. Eger em tedbîran nestînin, dê pandemî her biçe xerabtir bibe. Lê rewş ne mecbûre weha be.”
Di dinyayê de jimara nexweşan gihaye 13 mîlyonan û nexweşên bi sedema vîrusê mirine, jimara li dora 573 hezarî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin