Li Soran û Zaxoyê 2 ofîsên pasaportê vedibin

Li Soran û Zaxoyê 2 ofîsên pasaportê vedibin

PeyamaKurd - Rêveberiya Pasportê ya Hewlêrê ragihand ku di demeke nêz de dê Ofîsên Pasportê li herdu qezayên Soran û Zaxoyê bêne vekirin. 

Beşa Ragihandin û Pêwendiyan a Rêveberiya Pasportê ya Parêzgeha Hewlêrê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku du fermangehên nû yên dayîna pasportan yek ji wan li navçeya Soran a Hewlêrê ya din jî li navçeya Duhok Zaxoyê tên vekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, dê şandeke Rêveberiya Giştî ya Welatînameya Bexdayê, bi armanca şopandina danîna amûrên taybet ên derxistina pasportan, serdana Herêma Krudistanê bike. 

Beriya vê daxuyaniyê Rêveberê Rêveberiya Pasportê ya Hewlêrê, Dîdar Omer Qadir û Rêveberê Rêveberiya Paspostê ya Duhokê, Nûrî Ebas serdana Bexdayê kiribûn û ligel Rêveberê Giştî yê Welatînameya Iraqê Heysem Xerbawî û aliyên din ên peywendîdar civiyabûn. 

Rêveberiya Pasportê ya Hewlêrê da zanîn ku armanc ji wê serdanê vekirina herdu ofîsên pasportê li Soranê û Zaxoyê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin