Seyîd Riza yê Dêrsimî tê bibîranîn

Seyîd Riza yê Dêrsimî tê bibîranîn

PeyamaKurd- Seyîd Riza remza dadweriyê û berxwedana li dijî zilmê ye. Seyîd Riza xwenda, zana, alimekî baş, guhdarvanekî baş û gelek jî heqşînas bû. Li Kurdistana Bakûr li herêma Dêrsimê, di sala 1863 de hatibû dinyayê. Bavê wî jî alim bû. Ew bi xwe li ber destê bavê Baytar Nûrî Dêrsimî xwendibû. Lewra qedr û qiymeta Nûrî Dêrsimî gelek baş dizanibû.

Di sala 1918an de dema Rêxistina Tealî ya Kurdistanê tê avakirin, Nûrî Dêrsimî li herêma Dêrsimê û Koçgiriyê dibe berpirsê rêxistina Tealiya Kurdistanê û tayîna wî ji aliyê serokê rêxistinê, Seyîd Abdulqadirê Nehrî de hatibû çêkirin û berpisê herêma Kemaliye, Rifaiye, Kemah û li temamê wê herêmê dinhêrî. Dêrsimî fermî zabitê dewleta Osmanî bû. Dêrsimî bi Seyîd Riza, Elîşêr û Elîşan re tevdigeriya. Şêwrên xwe bi hevre dikirin. Hêj di qetlîma Ermeniyan de Seyîd Riza nehiştibû di herêma wî de Ermenî bên kuştin û wan bi ewle di nav sînorê xwe de derbas kiribû.

Lê ne zilma dewleta Osmanî ne jî ya Komarê ji ser serê wan kêm nedibû. Hêzên dewleta Komarî li herêma Dêrsimê dest davêtin jinan, baca serîyan, qamçûra heywanan, ya xaniyan û ya arazî ji wan ditendin ku temamê heyiyên wan têra bacan nedikirin.

Seyîd Riza weka serokê eşîra xwe û dostê eşîrên dinan li hemberê vê sîstemê derdiket û nedixwest dewlet li ser serê wan zordestiyê bike. Bi awayeka maqûl baca xwe didan lê dewlet doza tişteka dinê jî dikir: Digot hun Kurdên Elewî ne û Elewîtî bo wan bû bû sûcê duyem. Dewlet eşîrên Dêrsimê û Koçgiriyê ji hev perçe dikir û wan dida aliyê xwe. Berê wan dida ser Seyîd Riza de. Lê Dêrsimê şer qet naqede û mijareka dirêje. Lê di şerê dawiyê de ku diçin ser Dêrsimê, li dora 50 hezar Dêrsimî tên kuştin. Ne heywan ne mirovan li herêmê nahêlin.

Seyîd Riza bo hevdîtine tê dawetkirin bo Ezirganî û dewlet li wê derê dest datîne ser. Wî tînin. Xarpêtê (Elaziğ). Mustafa Kemal jî hatiye Xarpêtê. Îhsan Sabrî Çağlayangil jî li Xarpêtê ye. Mustafa Kemal û çend hevalên xwe li gar a trênê, di nav vagonekî de rûniştine. Gazî Seyîd Riza dike. Dibêje “lêborîna xwe bixwaze ez ê te efû bikim.” Seyîd Riza dibêje “min tişteka ne rewa nekiriye heya ez lêborîna xwe bixwazim.” Ji Mustafa kemal re hêzên dewletê çi xerabî kirine yek bi yek rêz dike. Mustafa Kemal hêrs sibe û jê re dadgeheka ji 3 kesan datîne. Temenê Seyîd Riza bo îdamê mezine. Temenê wî biçûk dikin. Biryara îdamê didinê. Jê wesiyeta wî dipirsin. Seyîd Riza dibêje “hinek pere min û sieta min heye.Wan bidin kurê min”. Dibêjin: “ wê kurê te jî bê îdam kirin.” Seyîd Riza dibêje: “Min berya kurê min îdam bikin” Lê kurê wî li ber çavên wî berya wî îdam dikin. Sal: 15.11.1937 e.

Seyîd Riza dibêje: “Ez bi hîle û dalavereyên we re serî derneketim, ev bo min bû derd. Lê min ji we re serî nedanî, bila ev jî bo we bibe derd.”

Dêrsimî bi balafiran hatibûn bombebaran kirin ku serê pîlotan Sabîha Gökçen bû. Keça Mustafa kemal ya manewî bû. Bi sedan mîtralyozan biribûn Dêrsimê û Kurda bi wan gulebaran dikirin. Qetlîam wisa bû ku Dêrsimî heya niha nikarin wan rojan bilêv bikin. Hemûyan şandin nefiyê û zarokên wan li hev parvekirin ku heya niha kes ji wan zarokan nizanin bê dê û bavên wan kî ne!

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin