PeyamaKurd- Li Amerîkayê li eyaleta Michiganê balafireka biçûk ket û di encamê de 3 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Berdevkê lîmana hewayî ya navdewletî ya Capital Regionê Spencer Flynn ragihand ku balafir ji balafirgeha Indianapolisê rabûye û bi 2 wezîfedar û 4 rêwiyan re diçû balafirgeha Capital Regionê ya navdewletî û nêzî balafirgehê ketiye.
Niha li ser sedema ketina balafira tîpa Socata TBM 700 ê lêkolîn têkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin