Iraq | Karwaneke 200 Hummeran a Amerîkî gihîst baregeha Eyn Esed

Iraq | Karwaneke 200 Hummeran a Amerîkî gihîst baregeha Eyn Esed

PeyamaKurd – Medya Iraqê ragihand ku artêşa Amerîkayê karwanekeleşkerî şandiye baregeha asmanî ya li Eyn Esed a li sînorê bajarokê Bexdadî ya parêzgeha Enbarê ku dikeve Rojavayê Iraqê.

Li gorî nûçeyê, karwana artêşa Amerîkayê ji 200 otomobîlên leşkerî yên cureya Hummer pêk hatiye û gihîştiye baregeha leşkerî ya asmanî ya Eyn Esedê.

Hat ragihandin ku ew karwana leşkerî ya Amerîkayê ji sînorê Besrayê ve hatiye nav axa Iraqê û balafira leşkerî ya Amerîkayê ji asman ve çavdêriya asayîş û ewlehiya wê karwanê kiriye heta ku gihîştiye baregeha Eyn Esedê.

Li gorî zanyariyan di karwana amerîkî de tenê otomobîlên leşkerî hebûn û leşker jî bi balifirên leşkerî têne veguhestin.

Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê beriya niha biryara vekişandina hêzên xwe yên li baregehên Bexdayê dabû ku beşek ji wan hêzan vediguhêze baregeha Eyn Esedê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin