Mesrûr Barzanî pêswazî li Balyozê Fînlandê yê Iraqê kir

Mesrûr Barzanî pêswazî li Balyozê Fînlandê yê Iraqê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Adarê pêşwazî li Balyozê Fînlandê yê li Iraqê Vesa Hakkinen kir.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên Fînlandê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser bingeha destûrê û para Herêma Kurdistanê di budceya federalî ya Iraqê de bo sala 2021ê, hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Fînlandê tevî spasî û pêzanîna welatê xwe bo rola Herêma Kurdistanê di têkoşîna dijî terorê û têkbirina DAIŞê de pêşkêş kir, berdewambûba piştevaniya Fînlandê jî ji bo Herêma Kurdistanê car din anî ziman.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Fînlandê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku pêwendiyên navbera her du aliyan, zêdetir pêş bikevin û berfirehtir bibin, bi taybetî di warê veberhênan û sermayeguzariyê de.

Hilbijartinên bê yên Iraqê û girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî ji deverê û hewldanên rûbirûbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê, çend mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin