PeyamaKurd – Desteya Tenduristiya li Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku di 24 saetên borî de, 9 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî wefat kiriye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa bi daxuyaniyekê ragihand, 9 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 1 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 2 kes li Reqayê, 3 kes li Dêrezorê, 1 kes li Tebqayê û 1 kes jî li Minbicê ne.
Hat diyarkirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 8588 kesan, hejmara wefatan bû 308 kes û 1239 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin