Rojava | 39 kesên din bi koronayê ketin û 3 kes jî bas bûn

Rojava | 39 kesên din bi koronayê ketin û 3 kes jî bas bûn

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 39 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 3 kes jî baş bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, ji 39 kesên bi Koronayê ketine, 8 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbasiyê, 3 kes li Kobanê, 10 kes li Reqayê, 6 kes li Tebqayê, 2 kes li Minbicê, 1 kes li Şehbayê û 1 kes li Kampa Holê ne û 3 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê gihîşt 18435 kesan, ya mirinan bû 761 kes û heta niha 1861 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin