PeyamaKurd - Hat ragihandin ku komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ku Efrîn dagir kirine, li Gundê Maratê ya Efrînê 10 kesên din revandin.
Li gorî zanyariyan li Gundê Maratê ya Efrînê 10 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin.
Hat zanîn ku di nava sîvîlên ku hatine revandin de jinek jî heye.
Navên sîvîlên hatine revandin wiha ne: "Rêzan Ali, Seid Helil, Ali Hennan, Ali Helil, Ruken Heyder, Ehmed Evdo, Salah Ebdulrahman, Salah Memo, Ehmed Omo ve Ehmed Bozan."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin