PeyamaKurd – Li Ankara di meclisa Tirkiyê de parlementerê partiya Saadetê (SP) Hasan Bitmez di wexta diaxifî ji nîşka de ket erdê û serê wî li derencê ket. Serokê meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş û wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihandin ku rewşa Hasan Bitmez baş nîne. Numan Kurtulmuş got:
“Li gor doktorên wî dibêjin rewşa wî baş nîne.”
Wezîrê tenduristiyê Fahrettin Koca jî got:
“Piştî hat nexweşxanê anjiyoya dilê wî hat kirin. Du damarên wî girtîne. Bi mudaxeleyê damarên wî nevebûn. Dil û pişika wî bi pompa pişikê de hatin girêdan. Jiyana wî bi xêra pompê dewam dike. Rewşa wî krîtîke. Hevalên me wî dişopînin.”
Hasan Bitmez bi eslê xwe ji xelkê Derya Reş ji Giresunê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin