PeyamaKurd- Parlementerê HDP ê yê bajarê Bîngolê Erdal Aydemir bi sedema ku jinekî di bernameya televîzyonê de bi Zazakî axifî bû, jinikê ji weşanê derxistibûn, li ser wê di meclisa Tirkiyê de bi Zazakî axifî û meclisa Tirkiyê ser û binê hev bû. Cîgirê serokê Meclisê xwest ku Aydemir bi zimanê Tirkî biaxife. Parlementerên AK partî, İYİ partî û CHP ê li dij derketin.
Parlementerê AK Partiyê Mehmet Muş got ku gotinên Aydemir rast nînin. Li gor qanûn dema yek bi zimanekî biyanî axifî, divê wergera wê bêkirin. Lewra wê ji bernamê derxistine. Ev nayê vateya ku dijminahiya Zazayan têkirin. Muş got ku Zazakî jî Kurdî jî tev yên wan in.
Parlementerê Bîngolê yê AK partiyê Fevzi Berdibek jî got ku di herêma wan de gelek Zaza hene û weha dewam kir:
“Zaza çimentoya vî welatî ne. Di dema AK Partiyê gelek maf bo Zazayan hatine dayîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin