PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di navbera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) û Partiya Dad û Geşepêdanê (Ak Partî) de, piştî 8 salan danûstandinên li pişt perdeyê dest pê kirine.
Li gorî raporta nivîskarê Tirk Sedat Bozkurt ku li ser malpera Kisa Dalga belav kiriye, van rojan di navbera herdu partiyan de bi awayekî ne rasterast, lê bi agahdariya navenda HEDEPê ligel Ak Partiyê hevdîtin têne kirin û ew hevdîtin jî bi beşdariya kesên niha di siyasetê de ne aktîf in têne meşandin.
Bozkurt bal kişandiye ser ku di demên dawî de Erdogan li ser guhetina makezagona Tirkiyeyê radiweste û armanca danûstandina AK Partiyê bi HEDEPê re jî bê qeza û bela serkeftina hilbijartinên herêmî ye.
Herwiha hate îdiakirin ku hevdîtinên AK Partî û HEDEPê demek dirêj e dewam dikin, lê nav lê nehatiye kirin û AK Partî hewl dide di hilbijartinên herêmî de piştgiriya HEDEPê bistîne û HEDEP jî bi mercên wekî; azadkirina girtiyên siyasî, bidawîkirina qeyûman û rakirina tecrîda li ser Ocalan bersiva AK Partiyê dide.
Hêjayî gotinê ye, Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullari jî piştî kongreya guhertina navê partiyê ragihandibû ku ew ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an ji tifaqên muhtemel re vekirî ne û gotibû, divê danûstandin eşkere bêne kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin