PeyamaKurd – Piştî ku şevê din artêşa Îsraîlê ji xelkê sivîl xwest, hin taxên paytexta Lubnanê Beyrûdê vala bikin, çend teqîn pêk hatin.
Hata ragihandin ku piştî hişyariyên Îsraîlê, teqînên mezin li hin xalên Beyrûdê rû dan û duxaneke mezin li ser bajêr bilind bû.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, beriya teqînan li ser medya civakî Xê nexşeyek belav kiribû û xwestibû, welatiyên Lubnanê ji wan deverên hatine nîşandan bilev derkevin.
Tê texmînkirin ku artêşa Îsraîlê binkeyên Hizbullahê kiriye armanc, lê daxuyaniyek derbarê wê de nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin