PeyamaKurd – Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda ragihand ku Polonya temamê hemwelatiyên Polonyayê yên ku li Îsraîlê bûn, birine payîtext Varşovayê. Jimara hemwelatiyên Polonyayê di ser 1500 kesan de bû ne.
Duda, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku wan operasyona tehliyekirina hemwelatiyên xwe ya bi navê NEONê temam kiriye.
Duda, sipasiya temamê kes, dezge û saziyên ku di tehliyekirinê de cîh girtine kir.
Di heman wextê de serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki jî di ser hesabê xwe yê Xê de daxwuyanî da û sipasiya kesên keda wan di tehliyê de hebûn, kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin