Pompeo: Em amade ne bê merc bi Îranê re rûnin

Pompeo: Em amade ne bê merc bi Îranê re rûnin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, heger Îran wekî dewleteke normal tevbigere, ew amade ne bê merc dest bi danûstandina ligel Îranê bikin.

Pompeo di çarçoveya gera xwe ya Ewropayê de, ji medya Swêd re da xuyakirin ku aloziya navbera Îran-Amerîkayê ne ji ber dorpêçan derketiye holê û got, 40 sal in ragêşiya bi rejîma îslamî ya Îranê re dewam dike.

Wezîrê Amerîkayê li ser çalakiyên niyetxirab ên nukleerî yên Îranê diyar kir ku ew hewil didin Îranê ji wê rêyê vegerînin û got, “Heger Îran wekî dewleteke normal tevbigere, em amade ne bê merc dest bi danûstandina ligel Îranê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin