Putîn: “Qeweta HSDê, bi ISÎDê nakeve!”

Dîroka weşanê :
Putîn: “Qeweta HSDê, bi ISÎDê nakeve!”

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn got ku li herêma ku di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de ye, her ku diçe IŞÎD hêzdar dibe.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rewşa Sûriyê daxuyaniyên girîng dan. Putîn got li herêma ku dindestê HSDê de ye her ku diçe IŞÎD hêzdar dibe. Li herêmê gelek pirsgirêk hene. Niha em geşedanên li Rojhilatê Firatê dibînin. Hemî kes dibîne. Ew herêm di bin parastina hevkarê Amerîkayê de ye. Ew jî li wê derê bi Hêzên Kurdan ewle ne. Lê belê ew bêkêr in û ne serkeftî ne. Endamên IŞÎDê li gelek deran bi cih bûne.

Ji xeynî vê jî Putîn îdda kir ku IŞÎDê li herêma Dêra Zorê ku di bin qontrola Amerîkayê de ye, nêzîkî 700 kesên sivîl êsîr kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin