Qasim Suleymanî pistî gefên Îsraîlê li Sûriyê sov kir!

Qasim Suleymanî pistî gefên Îsraîlê li Sûriyê sov kir!

PeyamaKurd - Piştî ku Îsraîlê li Şamê armancên hêzên Îranê yên girêdayî Fermandariya Qasim Suleymanî ya hêzên operasyonên derve bombardiman kir û gefa berdewama êrîşên ser wan hêzan xwar, Suleymanî serdana başûrê Sûriyê kir.

Rojnameya Kûweytê El Cerîde ragihand ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Qûds ên Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî, serdana hêzên Îranê yên li Sûriyê kir ku ev wekî gefeke li dijî Îsraîlê hat belav kirin.

Di nûçeyê de hatiye gotin, Suleymanî bi qasî 40 kîlometran nêzî Girên Golanê bûye û li wir li ser hebûna Îranê li Sûriyê îdia kiriye ku Amerika-Rusya-Îsraîlê peyman binpê kirine.

Rojnameyê daye xuyakirin ku Suleymanî li Sûriyê gef li Îsraîlê xwariye ku ger êrîşên xwe zêde bikin, ew dê çalakiyên xwe yên li Rojhilata Navîn zêdetir bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin