PeyamaKurd – Parlamentarê berê yê Partiya Saadetê Cîhangîr Îslam ku demek berê ji partiya xwe îstifa kiribû, derbasî Partiya Komarî ya Gel (CHP) a opozîsyona Tirkiyê bû.
Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu îro 9ê Adarê li parlamentoyê bi merasîmekê rozeta CHPê bi Cîhangîr Îslam ve kir ku bi vî awayî hejmara parlamentarên CHPê di Parlamena Tirkiyê de gihîşt 136 parlamenteran.
Cîhangîr Îslam ji ber benda sedî deh ya hilbijartinê ji nav lîsteya tifaqa Saadetê ya ligel CHPê hatibû hilbijartin û piştre derbasî partiya xwe bûbû. Îslam piştre jî ji ber neliheviyên siyasî ji partiya xwe îstifa kiribû û niha jî derbasî CHPê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin