Tirkiye | 'Partiyên DEVA, Gelecek û Saadetê li hember AKPê hevpeymanekê ava dikin'

Tirkiye | 'Partiyên DEVA, Gelecek û Saadetê li hember AKPê hevpeymanekê ava dikin'

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku sê partiyên opozîsyona Tirkiyê Partiya DEVA, Partiya Gelecek (Dahatu) û Partiya Saadetê ji bo hilbijartinên demên pêş bêne kirin, hevpeymanekê ava dikin.

Li gorî medyayên nêzîkî AKPê, wê Partiya DEVA ku Alî Babacan serokatiya wê dike û Partiya Gelecekê ya Ahmet Davutoglu di bin navê ‘DEVA-Gelecek’ de bibin yek partî û niha amadekariyên rêziknameya partiyê jî hatine destpêkirin.

Li gorî nûçeyê ev biryar piştî ku deshilatdariya AKP-MHPê hewl dide benda hilbijartinê daxe ji sedî 5an hatiye wergirtin û wê Partiya Saadetê jî ji derve di hevpeymanê de cî bigire.

Niha li Tirkiyê du hevpeymanên hilbijartinê hene ku Tifaqa Cumhur ji AKP-MHPê pêk tê û Tifaqa Milet jî bi serkêşiya CHP û IYI Partiyê ye ku heger hevpeymana DEVA-Gelecek û Saadetê jî ava bibe, sê hevpeymanên hilbijartinan li Tirkiyê çêdibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin