Ji ber Covid-19ê li dibistanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê betlane hat ragihandin

Ji ber Covid-19ê li dibistanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê betlane hat ragihandin

PeyamaKurd - Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbarahîm Kalin ragihand ku di çarçoveya Covid-19ê de dê dibistanên seretayî, navendî û amdehî ji 16ê adarê û heya dawiya Adarê betlane hatiye ragihandin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin got: "Xwendekar dê ji 23yê Adarê şûnda heta heftiyekê ji malê bi rêya înternet û qenalên televizyonê perwerdeya xwe bidomînin."

Kalin: "Biryar hat dayîn heta dawiya nîsanê pêşbirkên futbolê bê temaşavan bên lîstin."

Ji hêla din ve, Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Ziya Selçuk amaje kir ku ji bo xwndekar mexdûr nebin hemû tevdîr hatine wergirtin. Selçûk, "Ji bo ku xwendekar mexdûr nebin, tevî ezmûnan hemû cure senaryo amade ne."

Piştî ev biryaran fermî hatin ragihandin, xwendekaran zanîngehan ji bo biçin malên xwe çûn balafirxane û otogaran. Li balafirxane û otogaran qelabilixiyeke berbiçav hat xuyakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin