PeyamaKurd - Berpirsekî PDKê li Kerkûkê dibêje, hêj koçberiya xelkê Kerkûkê berdewam e û rojane xelk ji ber dizî, kuştin, talankirin û revandinê, ji Kekrûkê bar dikin.
Cîgirê Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê Diyarî Husên ji malpera KDPê re ragihand: “Ji ber rewşa nearam a Kerkûkê û ji ber kuştin, talankirin, dizî, revandin û rêgirtinan ku bûne diyarde, hêj xelkê Kerkûkê koçber dibin.”
Derbarê vegera PDKê ji bo bajarê Kerkûkê, Husên wiha got: “Me biryara xwe daye ku heta dagîrkerî li Kerkûkê hebe em venagerin Kerkûkê û em rewatiyê nadin wê dagîrkeriya Bexdayê. Heta rewş nebe wek beriya 16ê Cotmehê em venagerin.”
Diyarî Husên wiha domand: “PDK wek hinek aliyên siyasî venagere Kerkûka bê alaya Kurdistanê û venagere bêdeshelatî. Yan em venagerin, yan jî eger em vegeriyan divê em bi serbilindî û bi alaya Kurdistanê vegerin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin