PeyamaKurd - Ahenga herî mezin a pîrozbahiyên Cejna Newrozê ku her sal li Diyarbekirê tê lidarxistin ji danê sibehê ve bi herikîna welatiyan ber bi qada Newrozê ve dest pê kir.
Di Newroza Amedê de ji bilî alên partiyan Alên Kurdistanê jî hatin hildan û keç û xortên Kurd bi cil û bergên kurdî xwe xemilandin.
Tê çaverêkirin kampanyaya îmzeyan a bo fermîkirina zimanê Kurdî li Tirkiyê ku ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman ve hatibû destpêkirin jî li qada Newrozê berdewam bike û komkirina îmzeyan bê kirin.
Nûnerên partî û rêxistinên sivîl ên bakurê Kurdistanê û mêvanên hatine vexwendin di ahenga Newroza Amedê de beşdariyê dikin.
Ahenga Newroza Amedê bêhtirî 200 rojnamevanên biyanî û navxweyî dişopînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin