“Kurdistana serbixwe daxwaza civaka navnetewî ye”

“Kurdistana serbixwe daxwaza civaka navnetewî ye”

PeyamaKurd - Akademîsyen û siyasetmedarê Ereb Dr. Îsam Ebdula ragihand, ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê her dê ava bibe.

Mamostayê zanistên siyasî li Misirê û pisporê siyaseta derve yê Amerîkayê Dr. Îsam Ebdula di kanaleke erebî de ragihand, Amerîka tenê bê hebûna hêzeke Kurd nikare sînorê navbera Iraqê û Sûriyê kontrol bike.

Îsam Ebdula ragehand, Kurd rast gote ne û hevpeymanên başin bo Amerîka û Amerîka jî li Rojhilata Navîn tenê dikare ‘’Li ser kurdan hesaban bike.’’

Akademîsyenê Ereb piştrastbûna xwe nîşan da ku dê dewleta serbixwe ya Kurdistana mezin di dema guncaw de her dê ava bibe û got; ev ne tenê daxwaza hemwelatiyên Kurd e, herwiha daxwaza civaka navnetewî ye jî.

Li gor Îsam Ebdula yek ji sedemên têkçûna peyvendiyên Tirkiyê û Amerîkayê jî, piştevaniya Washingtonê ya ji Kurdan re ye û vê yekê Receb Tayyip Erdogan pir aciz kiriye. Herwiha bi teqezî got, bi piştrastî dibêjim Amerîka û Tirkiye dê dijî yek rastî hev bên.

Îsam Ebdula got, Rûsya amadeye pişt bide Tirkiyê, ji ber Enqere ne hevbeşek serekî û stratejik ê Moskovayê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin