PeyamaKurd - Seroka fraksiyona pêkhateya keldanan li parlamentoya Kurdistanê Klara Udîşî ragihand ku ji bo kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê, wan wek keldan û mesîhiyan daxwaza hin payeyan kiriye û PDK jî gelek alîkarê wan bûye.
Udîşî diyar kir ku wan xwestiye şêwirmendekî mesîhî ligel serokê hikûmetê hebe bo karûbarên mesîhiyên li herêma Kurdistanê û ev daxwaz jî hatiye qebûlkirin.
Klara Udîşu ji medya Kurdistanê re ragihand, “Em ligel şandeya danûstankar a PDKê civiyan û me pêşniyarên xwe dane wan, bo wergirtina çend payeyan di kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de. Payeyên me daxwaz kirine jî ji wezîrtî, şêwirmendî û rêveberên giştî ne. Hîn rêkeftina dawiyê nehatiye kirin, lê razîbûneke destpêkê hatiye nîşandan bo wergirtina hin payeyan ji bo mesîhiyan.”
Udîşu got, “Pêkhateya mesîhiyan li herêma Kurdistanê biryar daye bihêz beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê bibe” û wiha pê de çû:
“Mesîhî dixwazin pêgeha wan di hikûmetê de hebe, ji ber berî niha jî em her alîkar bûne ji bo serxistina proseya siyasî li herêma Kurdistanê de. Em wek îstiqaqê helbijartinê daxwaza payeyan nakin, em ji ber ku wek mesîhî di hemû nexwaşiyên Kurdistanê de beşdar bûne û ji ber wê jî me xwestiye beşdariya mesîhiyan di kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de rasteqîne be û nûnerên me li hemû parêzgehan hebin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin