PeyamaKurd - Li bajarê Belxê yê Efxanistanê, di encama êrîşeke çekdarî ya milîtanên Talîbanê de 2 kes mirine.
Serokê Encumena Bajarê Belxê Muhammed Afzal Hadîd ji çapemeniyê re ragihand ku milîtanên Belxê li ser rêya Belx-Cuzcanê li dijî karwanekî leşkerî êrîşeke çekdarî pêk hatiye.
Hadîd da zanîn ku di wê êrîşê de leşkerekî û sivîlekî jiyana xwe ji dest daye û diyar kir ku piştî êrîşê şer derketiye û tê gotin ku gelek wendehiyên Talîbanê çêbûne.
Heya niha derbarê vê bûyerê de Talîbanê daxuyaniyek nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin