PeyamaKurd- Kovara Îtalyanî “Intirnasional”ê îsal xelata rojnamevaniyê ya navnetewî da rojnamevanê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Behrûz Bocanî.
Rojnamevanê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Behrûz Bocanî, ji sala 2013an ve li Girava Mamûsê ya Awusturyayê di kampê de bi penaberan re dijî û li ser jiyana penaberan raporek amade kir. Bocanî xelata xwe ya rojnamevaniyê ya navnetewî stand.
Ji xeynî xebata xwe ya li ser jiyana penaberan, Bocanî bi zimanê Îngîlîzî bi navê “Ji xeynî çiyayan tu dost nîn in” pirtûkek jî nivîsand.
Behrûz Bocanî negiha ku beşdarî merasîma xelatê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin