PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got divê cîhadîstên li Idlibê werin tunekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li bajarê Amerîkayê New Yorkê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf re hevdîtinek pêk anî. Di encama hevdîtinê de Lavrov got ku weke ku li Afganîstanê kirin, em qebûl nakin ku cîhadîstên li Idlibê derbasî cihekî dî bikin.
Lavrov wiha got: “Niha hinek gotin hene ku dibêjin wê cîhadîstên li Idlibê derbasî hinek herêmên dî bibin. Em vê yekê tu caran qebûl nakin. An divê werin tunekirin an jî werin darizandin. Li gorî peymanên ku me bi Tirkiyê re kirine, karê Tirkiyê ji binî jî ne hêsan e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin