Rûsya, li Odessayê li apartmanekî xist: 3 kustî û 8 birîndar hene

Rûsya, li Odessayê li apartmanekî xist: 3 kustî û 8 birîndar hene
PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê li Ûkrayna li bajarê Odessayê li apartmanekî xist û di encamê de 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn. Rûsya di wextê şevê de li deverên cuda xist. Li gor ragihandina Xizmeta Lezgîn ya Dewletê ya Ûkraynayê  artêşa Rûsyayê bi İHAyê li apartmana li Odessayê xistiye.
Serokê dewleta Ûkraynayê Zelenskiy di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Rûsya şerê xwe yê li hemberê sîvîlan dewam dike. Rûsya bi İHAyan li deverên Harkov, Odessa û Sumyê bi İHAyên bi navên ‘Shahed’ yên bê ajotvan bikaranî. Yek ji wan li Odessayê li apartmanekî ket û 18 daîran herifand. Pêdiviya me bêhtir bi sîstema bergiriya hewayî heye. Sîstemên hewayî û fuzeyên bergiriyê yên hewayî jiyana mirovî rizgar dike.”
 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin