PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê êrîşên xwe yên ser Ûkraynayê dewam dike. Îro jî artêşa Rûsyayê êrîşê ser bajarê Odessayê yê Ûkraynayê kir û di encama êrîşan de 5 sîvîl hatin kuştin û 18 sîvîl jî birîndar bûn. Qewimandinê serokê baregeha serokomartiya Ûkraynayê Andrey Yermak kir û weha got:
“Li Odessayê 5 kuştî û 18 birîndar hene û dibe ev jimarên han zêdetir bibin. Di nav kesên jiyana xwe dane de, bebeka 3 mehiya ku wê bi malbata xwe re cejna Paskalyayê pîroz bikira hebû. Wê ev bê ceza nemîne.”
Wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba piştî êrîşê mijarê weha ragihand:
“Hedefa Rûsya ya ji êrîşa Odessayê terore. Divê Rûsya dewletekî ku ji bo terorê dibe sponsor bê qebûlkirin. Ti diyalog pêre nê danîn. Pêre kar neyê kirin û projeyên çandî pêre neyên kirin. Divê dîwarekî deynin navbera me û ew welatên ku bi roketan li bajarên medenî û aştiyane dixin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin