PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Ukraynayê ve bi daxuyaniyekê hat ragihand ku wan ligel Rusyayê, hejmarek hêsîran bi hev guhetine.
Di agahiyên ku ji aliye wezaretê ve hatin eşkerekirin de hat diyarkirin ku di çarçoveya pevguherîna dîlgirtiyên şer de 45 dîlgirtî vegeriyane welêt û 3 leşkerên Rus jî serbest hatine berdan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji van 45 dîlgirtiyan, 42 jê leşkerên parêzvan ên Kargeha Polayê ya Azovstalê bûne.
Şerê navbera Rusya û Ukraynayê ku ji 24ê Sibata 2022yan ve berdewam e, ji ber lihevkirina aliyan; dem bi dem pevguherîna dîlgirtiyan çêdibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin