PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ukraynayê ve hat ragihandin, piştî ragihandina agirbestê ya Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a di navbera Kiev û Moskowê de pevguhertina girtiyan hat kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera Rusya û Ukraynayê de 50 leşkerên Ukraynayê û 50 leşkerên Rusyayê hatine berdan.
Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak, bi rêya hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera Rusya û Ukraynayê de 50 leşkerên Ukraynayê hatine berdan.
Andriy Yermak destnîşan kir ku ev dê neguherîna dawî ya girtiyan be û got, "Erka me ew e ku em hemû gelê xwe vegerînin û em ê vê pêk bînin."
Her wiha li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rusyayê ya di derbarê pevguhertina dîlgirtiyan de di encama danûstendinên bi aliyê Ukraynayê re 50 leşkerên Rusyayê hatine berdan. Hat diyarkirin ku leşker dê bi balafirên aîdî wezaretê sewqî paytext Moskovayê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin