PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihandin ku di nav 24 saetên borî de, 246 nexweşên din wefat kirine û 20 hezar û 316 kesên din jî bi koronayê ketine.
Herwiha wezaretê diyar kiriye ku 21 hezar û 218 nexweşên din baş bûne.
Li gorî amarên îro 20ê Kanûnê, hejmare nexweşên giran 3 hezar 546 kes e ku bi giştî 5 hezar û 347 nexweşên giran hene.
Bi van amarên dawî re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 2 milyon û 24 hezar û 601 kesan, ya mirinan gihîşt 18 hezar û 97 kesan û heta niha 1 milyon û 800 hezar $i 286 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin